TGViewer
YPJ MEDIA CENTER YPJ MEDIA CENTER @ypjmediacenter · 15.6K subscribers
Post #5566 907
Arîn Mîrkan: Dengê Jina Azad û Sembola Berxwedana Kobaniyê.

Ji bo rêzgirtina ji ruhê lehengî û fedakariyê û ji bo soza dilsoziyê ji xwîna paqij a şehîdên jin ên ku li ser axa Kobaniya berxwedêr serpêhatiyên serbilindî û rûmetê nivîsandine, ev nivîs ji bo bîranîna jiyan û helwesta lehengane ya şervana jin, Arîn Mîrkan, hatiye amadekirin. Ew îradeyeke wêrek bû ku bû sembola berxwedana gelekî ku qebûl nekir bişkê û nîşana hêza jina azad bû ku li dijî tarîtiyê rawestiya.

Di dîroka gelan û di rêya wan a azadiyê de, hin qonaxên taybet hene ku bi fedakariyên mezin tên çêkirin. Di vê rêyê de hin nav hene ku li ber bayên zilm û zordariyê serê xwe natewînin û di rûpelên dîrokê de wek navên asayî derbas nabin. Di nava van navên ku di bîra mirovatî û di dilê gelan de cihê xwe girtiye de, navê şehîda Arîn Mîrkan (Dilara Gênc) jî cihê taybet digire.

#ypj #YPG #DefendRojava
👇👇
https://ypjrojava.net/?p=22352
https://ypjrojava.net/ar/?p=24443
https://ypjrojava.net/en/?p=23958
More from @ypjmediacenter
  1. Oct 5, 2026Li ser girê Miştenûr, li cihê ku ba ji Efrînê dihat û li Kobaniyê disekinî, navek bû efsan…
  2. Oct 5, 2026Arîn Mîrkan bi canê xwe yê fedaî, tarîtiya DAIŞ'ê li ser çiyayê Miştenûrê tarûmar kir. #yp…
  3. Sep 29, 2026Jinên berxwedêr, rûmeta jiyanê ne. #ypj #YPG #DefendRojava
  4. Sep 28, 2026Jina azad wekî rojê ye, tarîtiya sitemkariyê ronî dike #ypj #YPG #DefendRojava
  5. Sep 26, 2026YPJ'ê mînakên lehengî û fîdakariyê ne. #ypj #YPG #DefendRojava
  6. Sep 24, 2026Axa ku bi cesareta jinê tê parastin, ti carî nakeve. #ypj #YPG #DefendRojava
Threads Profile ViewerView any public Threads profile without an account.Open ThreadLook →Writing with AI? Make it sound human.Metric37 rewrites AI drafts so they read naturally. Free AI detector, 1,500 words free.Try Metric37 →