Li ser girê Miştenûr, li cihê ku ba ji Efrînê dihat û li Kobaniyê disekinî, navek bû efsane. Arîn Mîrkan.
Ew ne tenê jinek bû ku çek hilgirtibû, ew bersiva dîrokê bû bi ruhê YPJ'ê. Jineke Kurd ji Efrînê, ji axa zeytûnan û ji bîhna axa pîroz, dema ku bihîst Kobaniyê di nava agir de ye, weke şervaneke YPJ'ê rabû û berê xwe da cihê ku mirin û jiyan li hev diciviyan.
Dema ku Kobaniyê di bin êrîşa herî hovane ya DAÎŞê de bû, tevahî dinyayê digot "Kobaniyê ket", dema ku tarîtî dixwest ronahiyê bifetisîne, şervanek, ji Yekîneyên Parastina Jinê derket ser gir. Li hemberî dehan tank û sedan çeteyên ku bi navê Xweda mirovan serjê dikirin, Arînê bi bedena xwe bersiv da. Wê zanîbû ku guleyên wê, wê têrê nekin, lê wê bi baweriya YPJ'ê zanibû ku canê wê dikare bibe bombeyeke ku riya tarîtiyê bigire.
#ypj #YPG #DefendRojava
👇👇
https://ypjrojava.net/?p=22349
https://ypjrojava.net/ar/?p=24440
https://ypjrojava.net/en/?p=23955
Post #5565
909
