Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî, di hevpeyvîneke bi El Erebiye re careke din tekez kir ku tu têkiliyên HSDê bi Îranê re tune ne, ne yên veşartî û ne jî yên eşkere.
"Tu têkiliyên me bi Îranê re tune ne û em ne çekan jê werdigirin û ne jî hewceyê piştgiriya wan in. Hemû teknolojiya dronên ku em di qada şer de bi kar tînin, encama pêşxistina me bi xwe ye ku ji ezmûnên me yên şer ên salan hatiye bidestxistin. Ji bilî vê yekê, hêza me heye ku em dronên mezin ên Tirkiyê yên di qada me ya asîmanî de difirin, rawestînin û bêbandor bikin."
Post #44
9.45K
- ❤ 84
- 👍 13
- 👏 8
- 🔥 5